2 terorîstên DIŞIê xwe teslîmî pêşmerge kirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Jêderekî ji mihwerê Başûrê Kerkûkê ragihand, du terorîstên DIŞIê li nêzîkî gundê Uzeyriye xwe radestî hêzên Pêşmerge kirin.

Li gor zanyariyên wî jêderî, ku yek ji wan terorîstan xwedî pileyeke bilind di nava terorîstên DIŞIê de bûye.

Tevî ku demeke terorîstên DIŞIê li başûrê Kerkûkê tevgerê dikin, lê fermandarên Pêşmerge amaje bi wê dikin ku DIŞIê di warê serbazî û darayî lawaz bûye û karînên xwe jidest dane.