Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

 


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî û cîhan bi giştî dikim.

Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û her wiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan qebul kiribê û pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe hêviya xwe ya dîrokî û dawî bi hemû nexweşiyan bê.

Mesûd Barzanî

29.Remezan.1438 Koçî

24.06.2017 Zayînî

zyatr bxwênewe

Mesrûr Barzanî hêvî dike cejna Remezanê bibe hevîna yekgirtinê


Bi navê xwedê mezin û mihriban Bi minasebeta cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kesûkarên serfiraz yên şehîd, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekarî, dezgehên ewlekarî û polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku îbadetên misilmanan di meha Remezana pîroz de qebûl bike û canê tevahiya wan pêşmergeyên qehreman biparêze ku di eniyên berevanî kirin û parastina Kurdistanê dene û şehîdên me jî bi ceneta xwe şad bike û birîndaran jî şîfa bide.

Her bi vê minasebeta han hêvî dikim ku tevahiya aliyan bo serxistina prosesa refrandûma serxwebûna Kurdistanê ku biryare di roja 25ê Eylûna sala 2017an de bo diyar kirina çarenivîsa nîştiman û gelê me li seraserê Kurdistanê tê kirin, hevkar û alîkar bin.

Weke çawe di demên derbasbûyî de bi berxwedan û lehengî li hember tevahiya siyasetên înkar kirinê, jinav birin û derkirinê rawestiyane, niha jî bi dengê erê ( belê) di erka han ya pîroz de beşdar bin daku bihevre welatekî demokratîk û pêşketî dabimezrinin û modeleke

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

Birayê we

Mesrûr Barzanî

24.6.2017

 

zyatr bxwênewe

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xwedan ezmûneke tehle li gel dewleta Îraqê


Serokê Kurdistanê li gel şandeke ji nuner û balyozê YEê civiya.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şendeke balyoz û nunerên YEê yên li Îraq û Kurdistanê bi Serokatiya balyozê YEê yê li Îraqê Patrick Simonnet kir.

Di civînê de ku her yek ji  balyozên Belçîka , Polonyayê yên li Îraqê û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Hewlêr û nûnerên Balyozxaneya Îtalya û Îspanya li Iraqê û Konsulusên Elmanya, Fransa ,Holanda û nûnerên Konsulusxaneya Brîtanya ,Çek û Romanya li bajarê Hewlêrê jî tê de beşdar bûn,  Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa ji bilî balkişandine ser civîna roja 19.06.2017 ya Wezîra Derveya Yekîtiya Ewrûpa li bajarê Brûksel ê, peyama Yekîtiya Ewrûpa ji bo Serok Barzanî û amadebûyên civînê diyar kir ku têda Yekîtiya Ewrûpa piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê diyar kiriye.

Şanda mêwan Herwiha pesnê rol û beşdariya gelê Kurdistanê di şerê dijî terorê û hewandina koçberan da û pêzanînên xwe jî ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge diyar kir. Nûnerê Yekîtiya Ewrûpayê  yên  li Iraqê behsa vê yekê jî kirin ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda ji bo Yekîtiya Ewrûpayê  girîngin û diyar kir ku lazime  pêkhatên Îraqê ji bo şikandina teror û çespandina aştiyê yekgirtî bin û terkîz li ser babetên hevbeş bikin û xwe ji biryarên yek aliyane biparêzin û çareserkirina kêşeyên helawestî û çarenivîsa navçeyên nakokî li serbi rêya aştiyê be, ji ber ku ev li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Nûnerên Yekîtiya Ewrûpa balkişand ser babeteke dinê peyama Yekîtiya Ewrûpayê  ya ji bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku ji bo zalbûna li ser gefên siyasî û proseya çaksazî û hilbijartinan, nakokiyên xwe deynin aliyekî û lihev bikin.

Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa ev jî diyar kir ku mebesta serdana wan ya Kurdistanê gihandina peyama Yekîtiya Ewrûpa û têgihîştina baştire ji biryar û daxwaziyên Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din ya civîna han de ku nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û nûnerên Partiya komonîst,  Tevgera Îslamî û Partiya Zehmetkêşan(Kedkaran) û nûnerê Partiyên Tirkmen û Mesîhiyên Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de bi hurî wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê ve pêngavan bavêje.

Serok Barzanî balkişande ser destpêka çêbûna dewleta Iraqê ku têda gelê Kurdistanê bi merca şeraket biryara jiyanê li çarçêweya dewleta Iraqê de da lê belê li qonaxa 1921 heta 2003 netenê şeraket nehat bi cîhkirin belku rêçika welatîbûna gelê Kurdistanê jî nehat bi cîhkirin ûdi vê demê de 4500 gundên Kurdistanê hatin wêran kirin û 180 hezar zarokên Kurd ber proseya enfalê ketin û hatin wendakirin û 12000 xortên Feylî û 8000 heşt hezar Barzanî wenda kirin û Kurdistanê jî kîmyabaran kirin û Helebçe bûye sembol û hêmaya wan tawanan.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew êş û komkijî para şeraketiya me bûye li gel dewleta Iraqê, li gel vê yekê jî,  piştî 1991 gelê Kurdistanê xwest rûpeleke nû veke û bi navê yekparçeyî ya Iraqê û aştiyê de li gel wan kesan rûnişt ku tawanê komkujî li dijî gelê Kurdistanê pêkanî bûn lê belê mixabin ew hewl jî serî negirt ji ber ku çanda hakim li Bexda çanda bi pêvek dîtin û bi tawanbar zanîna gelê Kurdistanê bû.

Serok Barzanî balkişande ser qonaxa piştî 2003 ku gelê Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya avakirina Iraqê da li ser bingeha demokrasî û federalîzmê û destûr û şeraket û tewafuqê, hêvî bi jiyanekî nû hebû lê belê wan bingehan bi destûrê ve jî ji aliyê hikûmetên Iraqê û çanda destbilinda li Bexda ve hate piştguh xistin û binpêkirin û kar gihîşte ser wê yekê ku wekî sizadanekî siyasî debara hemû gelê Kurdistanê hate birîn ku eve binpêkirina metirsîdariya hemû hewlek bû ji bo binyatnana Iraq û meseleya şeraketê.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê ezmûnekî tehl li gel dewleta Iraqê heye û hemû rêyeke ji bo parastina Iraqa yekgirtî ceribandiye û qurbanî û baceke zêde daye lê belê bê encam bûye û cara dawî bi wê encamê gihîştiye ku madem nikarin şeraketê biparêzin û bi navê rêgirtina li şer û êş û kêşeya metirsîdar bila wekî dû cîranên li tenîşta hevdû da bijîn. Serok Barzanî ronahî xiste li ser biryara diyarkirina roja birêveçûna referandûmê û tekez li wê yekê kir ku bi tu awayeke vegerana ji wê biryarê tûne û pêwîste xelkê Kurdistanê raya xwe di derbarê çarenûs û paşaroja xwe derbibrin û piştî wê yekê jî Herêma Kurdistanê dikevê guftûgoyên li gel Bexda û hemû rêyeke aştiyane û diyalog li ber digre ji bo çareserkirina kêşeyan û gihîştina bi têgihiştinek ku xizmeta aştî û asayîş û pêşketina her dû alî û navçeyê bike.

Di derbarê şerê DIŞI de jî Serok Barzanî ew  yek ragihand ku gelê Kurdistanê baceke gelek zêde li wê şerê de da. Berê rêkkeftin hebû ku Pêşmerge beşeke ji menzûma bergiriya Iraqê lê belê ew rêkkeftin jî nehat bi cîhkirin û bi sedema abluqeya çend saliya çek li ser Pêşmerge, Pêşmerge çekên pêwîst nebû li beranber wan terorîstên ku baştirîn çek li ber destên wan dabû û yek ji wan sedemên jenosayda Êzîdiyan ew ablûqe bû ku Hikûmeta Iraqê li ser hêzên Pêşmerge da sepandibû û bi vî awayî Hikûmeta Iraqê, Kurdistan û pêkhatên Iraqê ji gefa terorê jî neparast. Her wiha di derbarê wan koçberên rû li Herêma Kurdistanê kirine Hikûmeta Iraqê kêmterxem buye li yarmetîdana Herêma Kurdistanê wekî bibêjî babeta koçberbûna sedan hezar Iraqiyan ku li Herêma Kurdistanê nîştecîh bûne li derveyê sînorên Iraqê rû dabê.

Serok Barzanî her wiha balkişand li ser operasyona azadkirina Musilê û wê yekê dûpatkir ku ji bilî wan hemûyan Pêşmerge yarmetiya artêşa Iraqê da û hêlên bergiriyên DIŞIê têkşikand û rê ji bo operasyona Musilê xweş kir. Tekez li wê yekê jî kir ku hemahengiya serbazî li gel artêşa Iraqê û rûbirûbûn û têkşikandina terorê ji bo Herêma Kurdistanê ewlewiyet dibê. Serok Barzanî li dawiya axaftina xwe de wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê hevkarê Hikûmeta Iraqê dibê li şerê terorê û daxwaz jî kir Yekîtiya Ewrupa û civaka navdewletî yarmetîderê gelê Kurdistan û Iraqê bin li proseya diyalog û çareserkirina kêşeyên di navbera wan û gihîştina bi hevdû têgihîştinekî aştiyane û her wiha eve jî daxwaz kir ku Yekîtiya Ewrupa dijayetiya mafên yasayî û sirûştî û îlahiyên gelê Kurdistanê nekin û gelê Kurdistanê çaverêya ewe ji Ewrupa heye piştevanê wan mafên wan bin û li şerê teror û rûbirûbûna gefan de palpiştê wan bê.

zyatr bxwênewe

Mesrûr Barzanî: Kurdistana serbixwe fakterê bihêz yê şerê dijî terorê ye


Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke YEê kir.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Yekîtiya Ewrûpayê bi Serokatiya balyozê YEê yê li Îraqê Patrick Simonnet kir û di civînê de ku çend balyoz û nunerên din yên YEê jî têde beşdar bûn behsa rewş û pêşhatên dawî yên li deverê û şerê dijî terorîstan hate kirin.

Di heman civînê de gotûbêj li ser refrandûma serxwebûna Kurdistanê jî hate kirin û şande YEê tekez li ser rêçikên diyalog û danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî û zêdetir ji hevûdu fêm kirinê.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku gelên Kurdistanê dixwazin bi awayekî demokratîk û aştiyane xwestekên xwe bi rêya refrandûmê ji civaka cîhanî re eşkere bikin û Kurdistan jî rêya danûstandinê hilbijartiye bo cîhbicîh kirina xwestekên welatiyên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir ku emê hewldanên xwe bo jinav birin û nehêştina dilgiranî û fikaran li deverê de bitevger dikin daku civaka cîhanî jî bizanibe ku Kurdistaneke serbixwe fakterê bihêz yê şerê dijî teror û radîkalîzimê ye û herwiha hevbeşekî çalak jî dibe bo dabîn kirina aramî û aştiyê li deverê de.

zyatr bxwênewe

Serok Barzanî: Bi dawî hatina şer dawî bi DIŞIê nayê


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li gel Serok Eşîrên erebên Mûsil û derdorê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî diyar kir ku derxistina DIŞIê ji Mûsilê û bidawî hatina şerê dijî DIŞIê nayê vê wateyê ku dawî bi DIŞIê hatiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê ligel nûnerê hoz û eşîretên ereb ên parêzgeha Nînowayê civiya û got: “Ji aliyê leşkerî ve tenê çend rojên DIŞIê mane. Piştî çend rojên din dê taxên teng ên Mûsilê werin kontrolkirin. Ev mûmkin e. lê sedemên derketina DIŞIê li Iraqê hê ji holê nehatine rakirin. Ev pirsgirêk hê jî weke xwe mane.”

Serok Barzanî di gotara xwe de ji serkirde û kesayetên ereb re diyar kir, ku dever di qonaxeke hesas de derbas dibe û eşkere kir, ku ji bûyer û paşeroja herêmê nîgeran e.

Serok Barzanî plana hikûmeta Iraqê ya kontrolkirina Mûsilê û herwiha plana piştî derxistina DIŞIê ya ji Mûsilê jî rexne kir û got: “Beriya 2 salan ji bo kontrolkirina Mûsilê, li gel hikûmeta federal û hevpeymaniya navdewletî me gelek civîn pêk anîn. Plana kontrolkirina Mûsilê û herwiha ya piştî kontrolkirina bajêr hate dariştin. Di destpêkê de ji bo cîbicîkirina planê germiyek hebû. Lê vê dawiyê min hest pê kir, ku qet giringiyê nadin planê. Qet giringiyê nadin Mûsilê. Mûsil ji qeza û qederê re hiştine.”

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku wan xwestiye di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de rêkeftineke demkî hebe da ku hevkariya Civata Parêzgeha Nînowa û xelkê Mûsilê bikin da ku bikarin pirsgirêkên wan çareser bikin, lê ev yek jî pêk nehatiye.

zyatr bxwênewe
  • Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

    Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

  • Mesrûr Barzanî hêvî dike cejna Remezanê bibe hevîna yekgirtinê

    Mesrûr Barzanî hêvî dike cejna Remezanê bibe hevîna yekgirtinê

  • Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xwedan ezmûneke tehle li gel dewleta Îraqê

    Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xwedan ezmûneke tehle li gel dewleta Îraqê

  • Mesrûr Barzanî: Kurdistana serbixwe fakterê bihêz yê şerê dijî terorê ye

    Mesrûr Barzanî: Kurdistana serbixwe fakterê bihêz yê şerê dijî terorê ye

  • Serok Barzanî: Bi dawî hatina şer dawî bi DIŞIê nayê

    Serok Barzanî: Bi dawî hatina şer dawî bi DIŞIê nayê

Nûçeyên Kurdistanî

2 terorîstên DIŞIê xwe teslîmî pêşmerge kirin

2 terorîstên DIŞIê xwe teslîmî pêşmerge kirin

Jêderekî ji mihwerê Başûrê Kerkûkê ragihand, du terorîstên DIŞIê li nêzîkî gundê Uzeyriye xwe rade...

Cîhadî dîsa Efrîn û Şahba topbaran kirin

Cîhadî dîsa Efrîn û Şahba topbaran kirin

  Cîhadiyên ser bi Nusre û Ehrar Şam bi çekên giran  gundewarên Efrînê topbaran kirin. ...

Li Sine sê pêşmergeyên partiyeke Kurdî canê xwe ji dest dan

Li Sine sê pêşmergeyên partiyeke Kurdî canê xwe ji dest dan

Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, tîmeke pêşmerge û endamên rêxistina nehênî ya Komeleya Şor...

Li Çewlikê teqîn çê bû çend leşker mirin û çend jî birîndarin

Li Çewlikê teqîn çê bû çend leşker mirin û çend jî birîndarin

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê di encama teqîna mayîna ku berê ji aliyê endamên PKKê ve hatibû bi...

5 welatiyên Kurd li Mûsilê canê xwe ji dest dan

5 welatiyên Kurd li Mûsilê canê xwe ji dest dan

5 welatiyên Kurd yên ku endamên yek malê bûn jiber bordimaneke şaş li Mûsilê canê xwe ji dest dan....

Amerîka referendûma Kurdistanê rewa dibine lê bi eşkere nabêje

Amerîka referendûma Kurdistanê rewa dibine lê bi eşkere nabêje

Rojnameya Washington Post ya Amerîkî, analîza rojnamevanên psporên Rojhilata Navîn Morgan Kaplan û...

Li Kerkûkê 39 tawanbar û gomanbar hatin girtin

Li Kerkûkê 39 tawanbar û gomanbar hatin girtin

Îro, Înê 23.06.2017 di kongreyeke rojnamevanî de fermandeyê polîsên Kerkûkê Emîd Xetab Omer rageha...

Heather Nauert: Emê piştgiriya Kurdan bikin

Heather Nauert: Emê piştgiriya Kurdan bikin

Di civîna heftane de Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, derket pêşberî rojnameva...